SİLVAN FARQİN EĞİTİM KÜLTÜR VE YARDIMLAŞMA DERNEĞİ

Bilbilê Farqînê Hozan Şiyar hunermend û stranbêjek Kurd e.


Navê hozan Şiyar ê rastî Celal Sarıkaya ye. Ew sala 1953 yan li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinyayê. Bavê hozan Şiyar Şerîf li Farqînê fotoğrafkêşî dikir. Hozan di salên xwe yên zaroktiyê da alîkariya bavê xwe dikir. Lê mixabin ku hozan Şiyar hê di heft saliya xwe de bavê xwe wenda dike. Dayika Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik bî dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li fabrîqaya Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li dibistana razanê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite da ku alikariya malbatê bike. Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikşîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distre. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xûrtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xûrtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî asîmîlasyonê da derdikeve. Ew bi zimanê dayika xwe bi Kurmanciya şêrîn stranan dibêje. Hozan Şiyar di sala 1973 yan de dizewice û hema piştî zewaca xwe diçe leşkeriyê. Hozan Şiyar sala 1975 an li şubeya leşkeriya Farqînê wekî karmendekî dest bi kar dike. Di ber vî karî ra jî ew komeke muzîkê ava dike. Ew tevî koma xwe li şahî û dawetan li stranan bi Kurmancî dibêje, bi vî awayî jî ew ber bi profesyoneliyê va diçe. Helbet tevgera Hozan Şiyar bala dewletê jî dikişîne. Dewlet biryara sirgûn kirina Şiyar digre. Li ser vê yekê Şiyar dev ji karmendiya dewletê berdide. Hozan Şiyar salên 1976-77 an bi temamî xwe dide kar û barên mûzîkê û tevgera şoreşgeriyê. Di van salan de ew dibe endamê rêxistina Kawa û bi awayekî aktîf beşdarî karê rêxistinê dibe. Sala 1977 an ew qaseta xwe ya pêşî derdixe. Piştî vê qaseta xwe ya pêşî Hozan di navbera salên 1977 û 1980 yan de tevî hemî zor û zehmetî û qedexe kirinan jî ew pênç qasetan di pey hevra derdixe. Ber bi salên 80 yan nav û dengê hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yê şoreşgerî bang li hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendê Kurd para xwe ji cûntaya leşkeriya sala 1980 yan digre. Rejîma leşkerî hozan digre û davêje zîndanê. Ew qederê dû salan di zîndana bi nav û deng ya Diyarbekirê da dimîne. Piştî dû salên zîndanê hozan tê berdan. Gelek dem li ser berdanê de derbas nabin sala 1984 an ew careke din jî ji ber deranîn û belav kirina qasetên Kurdî tê girtin. Ew sala 1986 an jî tê berdan. Hozan Şiyarê bi înad û aht stranên Kurdî distre. Dewlet jî bi ısrar wî digre bi işkenceyên giran li wî dike. Di sala 1990 î de hozan bi qasetên nû derdikeve pêşberî hezkirên xwe. Navê wê qaseta nû “Şêrîna min”e. Lê her ku diçe rewş girantir dibe. Xwedî kuştin û kiryarên ne diyar navê Hozan Şiyar bi listeya xwe de dinivisînin. Êdî hozan nema dikare ji mal ve derkeve. Ew çar pênç mehan di malê da dimîne, heta ku ew xwe davêje Stenbolê. Li vir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê ra têkiliya xwe datîne. Piştra sala 1992 yan ew tê Swêdê. Hozan Şiyar sala 1998 an li qanserê dikeve û ew sala 22 Avrêla 2001 î di seet 8:55 deqiqeyan de tevî hesreta Farqînê di dilê xwe de li Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe. Li gor daxwaza dilê wî, li Farqînê li goristana Şêxelîlê hat veşartin.



Hozan Şiyar 1953 - 2001